‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" semînerek da. Hate gotin hêz û berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike.

‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
‘Berxwedana jinan dê astengiyan derbas bike’
5 adar, 2024   15:16
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriyeyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, semînerek da.

Semîner bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûdê hate dayîn. Di semînerê de ku nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komîn amadebûn, rola jinan di rêvebirina civakan de hate vegotin.

Meryana El Elî semîner bi rêve bir.  Meryanayê bal kişand ser biryara Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ya 1325’an a sala 2000’î û got: “Bi vê biryarê rola pêşengiya jinan di pêkanîna aştî û ewlehiya navneteweyî de tê naskirin.”

Maryan El Elî wiha domand: “Di biryarê de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku jin di hemû waran de %30 rola xwe bilîzin, lê divê jin bi vê yekê razî nebin û xwe pêş bixin, rola sereke bilîzin û xwe îspat bikin ku ew dikarin rê û rêgezên xwe diyar bikin û pêşengiyê bikin.

Meclîsa Jinan a Sûriyeya Demokratîk Zeyneb Qenber jî bal kişand ser rola jinan û got: “Divê em jin bi berpirsyariya xwe ya dîrokî hest bikin û bibin çavkaniya aştî û ewlehiyê. Yekitiya me ya jinan wê bi bibe gava yekem a yekitiya gel û civakan.”

Endama Mala Êzidiyan Canê Misto jî bal kişand ser hêz û îradeya jinan û wiha got: “Hêz û berxwedana jinan li ser şert û mercên ku rê li ber armanca wan digire bi ser dikevin û divê em 8’ê Adarê wek xala destpêkê binirxînin. Ji bo qonaxeke nû ya berxwedanê bi mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina azadiya xwe."