Berxwedan gel a li Bendava Tişrînê di roja 6`an de dewam dike

Nobedarên li bendava Tişrînê di roja şeşemîn de çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakvanan tekez kirin ku ew dest ji bendava Tişrînê bernadin.

13 ÇILE, 2025   12:22
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Çalakiya nebodariyê ya li bendava Tişrînê ket roja xwe ya şeşan. Şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê ev du roj in li bendavê çalakiya nobedariyê dikin.

Roja şemiyê şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zergan, Hesekê, Şedadî û Amûdê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ber bi kantona Tebqayê ve ketin rê û ji wir berê xwe dan bendava Tişrînê. Piştî ku şênî gihiştin, li şûna şêniyên kantona Firatê ku ev 4 roj bûn  nobet digirtin, ketin çalakiyan nobetê.

Tê plankirin ku karwanekî din ê şêniyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê bigihêje bendava Tişrînê da ku tevlî çalakiya nobedariyê bibin.

Tevî sermayê jî çalakvan çalakiya xwe ya li ser bendavê didomînin. Di vê navberê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bendavê û gundên wê topbaran dikin. Çalakvan bê navber dirûşmeyên “Em bendava Tişrînê bernadin,” berz dikin.

(k)