Bangewaziyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin

Şêniyên Dirbêsiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya li hember wê tecrîdê şermezar kirin. Şêniyan ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Bangewaziyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin
6 îlon 2024   03:10
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Li gel ku dewleta Tirk nahêle parêzer û malbat wî bibînin, tu agahî jî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.

Berdewamkirina tecrîdê fikarên gelek beşên civakê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan zêde kirin. Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, banga lidarxistina çalakiyan kirin.

Şêniya bi navê Seîde Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîdeke giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî li hember wê, şermezar kir.

Seîde wiha domand: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê berhema raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Lewra dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê bi wê ramanê bawer tune bike."

Seîde destnîşan kir ku israr û vîna gel rêya yekane ya bidawîkirina tecrîdê ye.

Şêniyê bi navê Mihemed Salih Mehê jî got armanca dewleta Tirk ji tecrîdê têkbirina vîna gelê Kurd di kesayeta wî de ye û wiha domand: "Lê bi saya belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan li her derê, hewldanên dewleta Tirk a dagirker bi bin ketin."

Mehê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, têkoşînê û berxwedanê mezin bikin.

Şêniya bi navê Zên Elî jî got: "Dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdê û qedexekirina hevdîtinan fişarê li derûniya Rêber Abdullah Ocalan dike."

Di dawiyê de Zên Elî got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên neteweya demokratîk, azadiya pêkhate û gelan misoger dike. Ji ber wê û ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, divê her kes dakeve qadên têkoşînê."

(şx)

ANHA