12 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Topbarana li hemberî hev a hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" li bakurê Lazqiyeyê berdewam e. Di topbaranê de 12 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" duh navendên hêzên hikumeta Şamê yên li bakurê Laziqiyeyê topbaran kirin. Hikumeta Şamê bersiv da û topbarana di navbera her du aliyan de berdewam kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) aşkera kir ku di encama wê topbaranê de 12 leşker û efserên hikumeta Şamê li geliyê Kelz, Seraf û çiyayê Tirkmen ê li bakurê Laziqiyeyê hatine kuştin.
Li eniyên şer ên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e.
Di topbaranên dualî de heta niha 314 leşkerên hikumeta Şamê û sivîl li herêmên hikumeta Şamê hatine kuştin.
(şx)