El Burhan ji êrişekê filitî

Serokê Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê Ebdulfetath El Burhan ji êrişa balafireke bêmirov filitî.

El Burhan ji êrişekê filitî
31 tîrmeh 2024   11:56
Navenda nûçeyan

Çavkaniyên ji Sûdanê ragihand ku serokê Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê Ebdulfettah El Burhan ji êrişa balafireke bêmirov a li rojhilatê Sûdanê filitiye. El Burhan tev li şahiya derçûna beşeke nû ya Fakulteya Şer bûbû.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku rewşa El Burhan baş e û "naxwaze ji wir derkeve". Hate ragihandin ku parêzvanên wî jî birîndar bûne.

(şx)