‘Bendava Tişrînê sembola hebûnê ye’

Girseya gel a ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketiye, anî ziman ku êrişa li ser bendavê êrişa li ser hebûn û şaristaniya wan e. Girseyê diyar kir ku dê nehêlin dewleta Tirk bendavê dagir bike.

‘Bendava Tişrînê sembola hebûnê ye’
10 ÇILE, 2025   15:40
HESEKÊ

Nobeta gel a li Bendava Tişrînê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. Vê sibehê jî karwanekî din ê şêniyên Hesekê, Til Temir, Amûdê, Dirbêsiyê, Zirgan û Şedadê yên kantona Cizîrê ji bo parastina bendavê ji êrişan û ji bo piştevaniya bi QSDˈê re berê xwe da bendavê. Şêniyên ku berê xwe daye bendavê der barê mijarê de axivîn.

PEYAMA TIL TEMIRÊ: EM BI HÊZÊN XWE RE BENDAVÊ BIPARÊZIN

Remo Heyder ji bajarê Til Temirê ye: Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyama me peyama aştiyê ye. Me tade li tu kesî nekiriye, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî me dikin û rasterast sivîlan dikin armanc. Pêkhateyên Til Temirê bi Ereb, Asur, Suryan û Kurdên xwe va diçin Bendava Tişrînê da ku li hemberî êrişan piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî bikin.

Jina bi navê Meha El Salih a ji Til Temirê: Em jin li vir kom bûne da ku ji bo piştgiriya bi QSD û YPJˈê re biçin Bendava Tişrînê. Em ê li bendavê bin heya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestin. Eger Tirkiye xwest bendavê dagir bike, wê destpêkê di ser bedena me derbas bibe.

Îbrahîm Hisên ji Til Temirê ye: Piştgirkirina QSDˈê erka me hemûyan e. Dewleta Tirk sivîlan dike hedef û nahêle karwanê wan biçe bendavê. Dixwaze bendavê dagir bike da ku av û ceyranê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut bike. Niha em diçin Bendava Tişrînê da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku QSDˈê yên parastina bendavê dikin ne bi tenê ne, lê belê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya berxwedana wan a dîrokî dike.  Divê rêxistinên navneteweyî jî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk erkên xwe bi cih bînin.

DIRBÊSIYÊ: ÎRADEYA ME XURT E

Cemîl Ebdo ji Dirbêsiyê ye: Niha em diçin Bendava Tişrînê da ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li kêleka hêzên xwe bin. Dewleta Tirk nikare îradeya me bişkîne. Em ê bi îradeya xwe bihêz dagirker û çeteyan têk bibin.

Selma Mihemed a ji Dirbêsiyê: Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan şikandin îradeya gel e. Lê niha em bi moraleke bilind û îradeyeke xurt ji bo piştgiriya zarokên xwe yên QSDˈê diçin bendavê.

ŞEDADÊ: EM DÊ HEYA RIZGARKIRINÊ TÊ BIKOŞIN

Fadil Ehmed ê ji Şedadê ye: Tevî ku Bendava Tişrînê binesaziyeke herî girîng a xizmetguzarî li Sûriyeyê ye, lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser wê didome. Em jî ji bo piştevaniya hêzên parêzvanên bendavê diçin wir. Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mozaîkeke xweşik çêdikin, em ê heya rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ji Efrîn heya Serêkaniyê tê bikoşin.

Casim El Xidêr ê ji Şedadê ye: Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek in. Em li dijî êrişên dagirkeriyê ne. Em ê ji bo bilindkirina moralê hevalên xwe yên hêzên leşkerî biçin Bendava Tişrînê. Em ji dewleta Tirk a dagirker re jî dibêjin; em ji balafirên te natirsin û artêşa te jî nikare me bişkîne. Em ê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî li ber xwe bidin.

HESEKÊ: PARASTINA BENDAVÊ ERKA ME HEMÛYAN E

Idrîs Yûnis ji Hesekê ye: Parastina Bendava Tişrînê erka me hemûyan e. Lew ra em ji bo parastina wê piştevaniya hêzên xwe QSDˈê diçin wir. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin bi aştî û azadî li ser erdê xwe bijîn.

Bendava Tişrînê ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve bi dijwarî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê topbarankirin û bombebarankirin. Ji ber êrişan zirarên mezin li bendavê û gundên derdora wê bûne. Şervanên QSD û YPJˈê pêşî li êrişan digirin.

(bb)

ANHA

Dirbêsiyê

şedadê

hesekê

til temir