Baroyên Bakurê Kurdistanê: Êrişên li ser saziyên zimanê Kurdî nehiqûqîne

7 baroyên Bakurê Kurdistanê li ser êrişên li dijî saziyên perwerdeya zimanê Kurdî daxuyaniyek hevbeş dan û gotin, divê kesên hatine binçavkirin demildest werin berdan.

Baroyên Bakurê Kurdistanê: Êrişên li ser saziyên zimanê Kurdî nehiqûqîne
27 îlon, 2024   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24’ê Îlonê de polîsên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Amedê ya bakureê Kurdstanê li dijî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê operasyon pêk anîbûn û 30 kes jî hatibûn binçavkirin.

Baroyên bajarên bakurê kurdstanê li Amed, Agirî, Êlih, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Wanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî operasyonên binçavkirinê dan.

Zimanê Kurdî tê astengkirin

Daxuyanî ji aliyê Tora Komîsyon ên Zimanê Kurdî yên baroyan ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Kesên bi operasyonê hatine binçavkirin kesên sivîl ên bi karê zimanê Kurdî ve eleqedar in, nasnameya wan a aktîvîstiyê li pêşe. Serdegirtina saziyan û binçavkirina van kesan li dijî aktîvîzma zimanê Kurdî ye. Ev yek her wiha bi krîmînalîzekirina zimanê Kurdî, gelê me ji xebatên zimanî yên Kurdî jî dûr dixe. Li Tirkiyeyê her çiqas zimanê Kurdî ji xeynî bikaranîna di zimanê fermî de û li saziyên giştî weke teorik nehatibe astengkirin jî em dibînin ku bi biryarên nehiqûqî fîîlen astengî li ber bikaranîna zimanê Kurdî tên derxistin. Her wiha weke vê hin kiryarên dezgehên dewletê rê didin dûrbûna ji xebatên zimanê Kurdî.

Nehiquqiye

Em bi bîr dixin ku karên eleqedarê zimanê Kurdî li gor qanûnan ne sûce. Di her qadê de jiyîn û parastina vî zimanî mafê her Kurdekî ye. Emê vî mafî li her derê biparêzin. Bi rêya darazê tevî hînbûn an hînkirina zimanê Kurdî sedembûna tehdeya li ser karên zimanî yên Kurdî nehiqûqî ye.

Em weke Tora Komîyon ên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê bi bîrxistina girîngiya çanda plurîzmê bang li rayedaran dikin ku girtin û serdegirtinên li malên aktîvîzmên zimanê Kurdî nehiqûqî ye û divê aktîvîstên zimanê Kurdî demildest bên berdan.”