Bangek rawestandina tundiyê û  xurtkirina hevgirtina gelê Sûriyeyê

Meclisa Eşîr û Rûspiyan û Meclisa Olî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li dijî tundûtûjî û fitneyê banga hevgirtinê kirin. Her wiha bang kirin ku hemû rê werin vekirin da ku alîkarî bigihîje kesên hewcedar.

Bangek rawestandina tundiyê û  xurtkirina hevgirtina gelê Sûriyeyê
25 mijdar, 2025   16:39
HELEB

Meclisa Eşîr û Rûspiyan û Meclisa Olî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê îro derbarê bûyerên li peravê û li Humsê diqewimin de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber navenda Meclisa Eşîr û Rûspiyan a li taxa Şêx Meqsûd, bi beşdariya endamên her du meclisan, ji hêla endamê Meclisa Olî Ebdulreman Xezo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li ser hilweşîna rejîma berê nêzîkî salekê derbas bû, ku di vê demê de gelê Sûriyeyê, bi hemû eşîr û pêkhateyên xwe, ketin wê hêviyê ku dîse hezkirin û lihevkirin li nava gelê Sûriyeyê vegere."

Di daxuyaniyê de behsa bûyrên bixwîn ên li Humsê, girtina rêyan û rêgirtina li gihîştina pêdiviyên bingehîn bo taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku  tundî û fitne were rawestandin, û li dijî tundûtûjî û fitneyê banga hevgirtinê kirin, ji bo ewlehiya Sûriyeyê. Her wiha hat xwestin ku hemû rê werin vekirin da ku pêdiviyên biingehîn bighêjin kesên hewcedar.

(k)