Mai Sato: Divê cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe were rakirin.

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Îranê, Mai Sato, erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî şermezar kir û got; “Şerîfe Mihemedî di dema lêpirsînê de rûbirûyî êşkence hatiye û divê cezayê darvekirinê were xirab kirin.”

Mai Sato: Divê cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe were rakirin.
19 tebax, 2025   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Îranê Mai Sato, li ser malpera xwe ya fermî, derbarê pejirandina cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye erêkirin, peyamek belav kir.

Mati Sato di peyama xwe de erêkirina cezayê darvekirinê şermezar kir û got; “Şerîfe Mihemedî hemu tometbarên rejîma Îranê redkiriye û li hemberî vê Dadgeha Bilind ya Îranê bêku belgeyan berçavan bigire, biryara darvekirinê pejirandiye. Şerîfe Mihemedî ji parêzerên xwe bê pat hatiye hiştin û di dema lêpirsînê de rûbirûyî êşkeceyê hatiye. Herwiha 5 mehan di hûcreya takekesî de hatiye hiştin. Em banga hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dikin.”