Balafirên şer ên Rûsyayê stargehên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyeyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 30 caran veşartgeh û herêmên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyeyê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê stargehên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyeyê bombebaran kir
31 adar, 2024   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR( ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê cih û deverên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyeyê bombebaran kirin. Navendê aşkera kir ku balafirên zêdetirî 30 caran cihên çeteyan li çolistana Resafe ya rojavayê Reqayê, çolistana Palmîrayê, Suxne yê rojhilatê Himsê, çolistana çiyayê El Bişrî yê başûr rojavayê Dêrazorê bombebaran kirine.

Tevgera çeteyên DAIŞ`ê li herêmên bin kontrola hêzên hikumeta Şamê û hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê zêde bûye. SOHR`ê da zanîn ku di 48 saetan de çeteyan di nav de 2 efser 14 leşkerên hikumeta Şamê kuştine.

(şx)