Di êrişa hewayî ya li dijî Kobanê de 3 endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn-HAT NÛKIRIN

Balafirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê bombaran kirin. Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Di êrişa hewayî ya li dijî Kobanê de 3 endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn-HAT NÛKIRIN
23 cotmeh, 2024   23:22
KOBANÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê parve kirine, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn balafirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê yê Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.

Nûçegihan da zanîn ku di dema endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn erkên xwe yên hedefgirtinê pêk dianîn de, 3 endamê birîndar bûn.

(fr)

ANHA