Balafirên bêmirov 3 bendên din li Kobanê bombebaran kirin

Balafirên bêmirov 3 bendên din ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê bombebaran kirin, bi wê re di navbera saetekê de 7 bend hatin bombebarankirin.

Balafirên bêmirov 3 bendên din li Kobanê bombebaran kirin
26 kanûn, 2023   19:41
KOBANÊ

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan 3 bendên Hêzên EWlekariya Hundirîn li aliyê rojhilatê bajêr bombebaran kirin, ew bend li Helencê, Şeran û Şêran. Di wê aliyê rojhilat de ev 4 bend tên bombebarankirin.

Di navbera saetekê de bendên li Kobanê hatine bombebarankirin 7 in, beriya wê jî 4 bendên kontrolê li têketina rojhilat, rojava û başûr hatin bombebarankirin.

Li gorî agahiyên destpêkê zirarên mezin bi dendê bûne.

(fr)

ANHA