Bafil Talebanî: Em piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin

Serokê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talebanî da zanîn ku ji bo pêvajoya aştiyê pêwîstî bi diyalog û danûstandinan heye û got: “Em piştgiriya aştiyê û pêvajoya heyî dikîn. Daxwaz ji welatên cîhanê dikim ku ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bikin.”

Bafil Talebanî: Em piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin
23 sibat, 2025   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî di Konferansa Diyaloga Navdewletî ya li Bexdayê de axivî û îşaret bi pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi pêşengtiya Rêber Apo hatiye destpêkirin kir û got: “Ji bo pêvajoya aştiyê pêwîstî bi diyalog û danûstandinan heye. Em wek YNK piştgiriya aştiyê dikîn û piştgiriya pêvajoya heyî dikîn.”

Di dewamê de Talebanî bang li welatên cîhanê kir ku ji bo serxistina pêvajoyê piştgiriyê bikin û got: “Li kuderê pêwîstiya me bi alîkariyê hebe, alîkarî bikin. Ev 40 salin Kurd li gel hikûmeta Tirkiye de şer dikin. Ti Kurdek nîne ku kurdek nenase ku bi destê Tirkiye nehatibe kuştin.”

Talebanî di beşek din ya axaftina xwe de behsa Rojavayê Kurdistanê jî kir û got: “Kurd li Suriyeyê ne aramin, General Mazlûm di bin zextan de ye ji ber ku DAIŞ bi dawî nebûye û berovajî zêde dibe. Li gor amarên li ber dest hene, êrişên li dijî DAIŞ’ê zêde dibin. Daxwazê ji welatên serdest dikîn ku rewşa Iraq û Suriyeyê carek din di berçavan re derbazkin, ji berku metirsiya DAIŞ’ê her diçe zêdetir dibe.”

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî da zanîn ku divê mafên Kurdan, Durzî û Elewiyan li Suriyeyê parastîbin û got: “Pêwîste destûrek nû bi amadebûna hemû netew û baweriyan ji bo Suriyeyê bê nivîsandin. Nabe Kurdên ku DAIŞ’ê têk birin, werin ji bîrkirin yan jî paşguhxistin.”