Artêşa Pakistanê: 31 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Artêşa Pakistanê ragihand ku hêzên wan li ser sînorê Efganistanê 31 çekdarên ‘Talîbana Pakistanê’ kuştine. Di êrişeke Ii nêzî sînorê Efganistanê de 12 leşkerên Pakistanê hatibûn kuştin.

Artêşa Pakistanê: 31 çekdarên Talîbanê hatin kuştin
16 îlon, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pakistanê îro ragihand ku hêzên wan di 2 çalakiyên cuda yên li nêzî sînorê Pakistan-Efganistanê de 31 çekdarên Talîbana Pakistanê kuştine.

Çalakiyên artêşa Pakistanê piştî kuştina 12 leşkerên pakistanî di kemîneke çekdarên Talîbana Pakistanê ya li bakurê rojavayê welat de, pêk hat.

Artêşa Pakistanê êvara duşemê ragihand ku hêzên wan operasyona paqijkirinê li herêma nêzî sînorê Efganistanê didomînine.

Pakistan Hindistanê tawanbar dike. Van her du welatên çekên wan ên nukleer hene, tawana piştgiriya komên çekdar diavêjin ser hev.

Ji sala 2021’an ve û dema hatina Tevgera Talîban li ser desthilatdariya Efganistanê tundî li wê herêmê zêde bûye. Pakistan tawanberiyê diavêje ser Efganistanê û dibêje ew rê li ber çekdarên xaka wê bi kar tîne, nagire. Efganistan jî van tawanan red dike.

Ji meha Çileyê ve derdora 460 kes ku piraniya wan hêzên ewlekariyê yên Pakistanê ne, hatine kuştin. Sala herî zêde bixwîn sala 2024’an bû. Li gorî navenda lêkolînên ewlekariyê ya Isalam Ebadê, di wê salê de zêdetirî hezar û 600 çekdar hatin kuştin.

(dc)