Ji peravên Sûriyeyê 2 hezar û 700 malbat derbasî Lubnanê bûn

Çavkaniyên lubnanî diyar kir ku bi kêmanî 2 hezar û 700 malbat ji ber şer û komkujiyan ji herêmên li perava Sûriyeyê derbasî Lubnanê bûne.

Ji peravên Sûriyeyê 2 hezar û 700 malbat derbasî Lubnanê bûn
17 adar, 2025   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên lubnanî diyar kir ku bi kêmanî 2 hezar û 700 malbat ji ber şer û komkujiyên li perava Sûriyeyê, di Çemê Mezin re derbasî Lubnanê bûne.

Çavkaniyên çapemeniyê da zanîn ku ekîbên Xaça Sor a Lubnanê alîkariyên ku rêxistin û komeleyên navneteweyî û xwecih şandine, li koçberan belav dike.

Hate diyarkirin ku klînîkên gerok bi hemahengiya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê li parêzgeha Ekarê li cihên koçberan digerin û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî wan dikin.

(bb)