Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kirin

Balafirên bê mirov ên bi çek ên Îsraîlê li bakurê Derayê depoyên çekan bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kirin
9 sibat, 2025   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên bê mirov ên bi çek ên Îsraîlê li bakurê Derayê ya Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, balafirên bê mirov ên Îsraîlê bi 2 moşekan depoyên çekan a li herêma Lîwa 15 a li rojhilatê bajarê Enxel ê bakurê Derayê bombebaran kirin.

SOHR’ê ragihandibû ku yekîneyeke hêzên Îsraîlê duh êvarî ket gundê Xirbe Sîson ê herêma Hewd El Yermûk ê rojavayê Derayê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku wê li Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kirin.  Di daxuyaniyê de ev agahî hatibûn parvekirin "Li ser agahiyên îstîxbaratî ku dibêjin depopyeke çekan a rêxistina Hemasê  ya terorîst li herêma Dêr Elî ya başûrê Sûriyeyê heye, çeka me ya hewayî beriya demeke kurt, êrişek pêk anî."

(bb)