Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê sivîlek girt

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê li ser rêya gundê Meleqa û bajarokê Xedîr Bustan ên Quneytîrayê bendek demkî ya kontrolê danî û sivîlek girt. Piştre ji cih vekişiya.

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê sivîlek girt
24 hezîran, 2026   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, yekîneyeke artêşa Îsraîlê bi 4 erebeyên leşekrî vê sibehê ket ser rêya gundê Meleqa û bajarokê Xedîr Bustan ên Quneytîrayê.

Çavkaniyan dane zanîn ku yekîneyê li ser rê bendek demkî ya kontrolê danî û sivîlek girt, piştre ji cih vekişiya.

Duh jî yekîneyeke artêşê ket gundê Eyn Zîwan û Girê Ebû Qibês û bi ser malan de girt, piştî ciwanek girt ji gund vekişiya.

(bb)