Artêşa Îsraîlê: Fermandarekî payebilind ê Hizbullah hat sûîqastkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di bombebarana li dijî başûrê Beyrûtê de fermandarê yekîneya asîmanî ya Hizbullah Mihemed Hisên Siror hat kuştin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî got di bombebaranê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes di nav de jin hene, birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê: Fermandarekî payebilind ê Hizbullah hat sûîqastkirin
26 îlon, 2024   19:19
NAVNEDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di bombebarana li başûrê Beyrûtê de fermandarekî leşkerî yê payebilind ê koma Hizbullah sûîqast kiriye.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di bombebarana li başûrê Beyrûtê de fermandarê yekîneya asîmanî ya Hizbullah Mihemed Hisên Siror hatiye kuştin.

Di hefteyekê de ev êrişa Îsraîlê ya 4ʹemîn e ku li heman herêma ku baregeha Hizbullah tê zanîn, pêk tê.

Çavkaniyekî bi ser Hizbullah ve ji AFPʹê re diyar kiribû ku Îsraîlê fermandarê yekîneya balafirên bêmirov a Hizbullah Mihemed Siro (Ebû Salih) hedef girtiye, lê tu agahiyên li ser aqûbeta wî nehatin aşkerakirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di bombebaranê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes di nav de jinek birîndar bûn.

(fr)