Wezîrekî Lubnanê: Zêdetirî 70 hezar koçber hatin belgekirin

Wezîrekî Lubnanê diyar kir ku hejmara koçberên Lubnanê yên bi fermî hatine belgekirin gihaşt zêdetirî 70 hezar û 100 koçberî. koçberên Lubnanê yên belgekirî 70 hezar û 100 e. Her wiha hat destnîşankirin ku bersiv ji bo penaberên Sûriyeyî jî heye.

Wezîrekî Lubnanê: Zêdetirî 70 hezar koçber hatin belgekirin
26 îlon, 2024   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Hundirîn û Şaredariyan a hikumeta kar û barên Lubnanê Besam El Mewlewî da zanîn ku hejmara koçberên Lubnanê yên bi awayekî fermî hatine belgekirin gihaştiye zêdetirî 70 hezar û 100 koçberî.

El Mewlewî, piştî civîna koordînayî ya bi parêzeran re, diyar kir ku koçber li 533 navendan hatine bicihkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku di civînê de pêdiviyên lojîstîkî yên parêzgehan, navendên bicihkirina şêniyan û dibistanan jî hatin nîqaşkirin.

El Mewlewî destnîşan kir ku ji ber hejmara zêde ya koçberan gelek kêmasî hene û ev mijar tê şopandin û birêvebirin. El Mewlewî spasiya Xaça Sor a Lubnanê kir.

Der barê navendên penaberên Sûriyeyî de El Mewlewî got: "Bersivdan ji bo koçberên Lubnanê ye, lê ji ber aliyê me yê mirovî em li kêleka her mirovek hewcedar disekinin. Li Bîqa navendên ji bo sûriyeyiyan hene."

Ji duşema borî ve artêşa Îsraîlê êrişên hewayî li dijî gelek bajar û gundên başûr û rojhilatê Lubnanê, başûrê Beyrûtê û çiyayê Lubnanê pêk anîn. Ev êriş heta niha didomin.

(mh)