Artêşa Îsraîlê: Em geşedanên li başûrê Sûriyeyê dişopînin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew geşedanên li başûrê Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne û hin Durziyên birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Îsraîlê. Artêşê diyar kir ku hêzên wan ji bo rêgirtina li ber ketina hêzên dijber nava gundên Dûrziyan, hatine bicihkirin.

Artêşa Îsraîlê: Em geşedanên li başûrê Sûriyeyê dişopînin
6 gulan, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku ew geşedanên li başûrê Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne û da zanîn ku ew "amade ne ku bi senaryoyên cur bi cur re mijûl bibin".

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 2 rojên borî de bi dehan sûriyeyiyên birîndar ên ji civaka Durzî ji bo dermankirinê rakirine Îsraîlê.

Artêşê aşkera kir ku hêzên wan li başûrê Sûriyeyê belav bûne û "amade ne ku rê li ber ketina hêzên dijmin bo nav herêmê û gundên Durziyan bigirin."

Hêzên Îsraîlê piştî hilweşîna rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de, deverên li başûrê rojavayê Sûriyeyê, tevî herêma tampon a li nav axa Sûriyeyê, kontrol kir û tesîsên leşkerî yên artêşa Baasê kirin hedef.

(bb)