MSD bi rayedarên Brîtanyayê re civiya

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî bi rayedarên Brîtanyayê re civiya.

MSD bi rayedarên Brîtanyayê re civiya
26 îlon, 2024   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî hevdîtin bi rayedarên Brîtanyayê re pêk anî.

Li gorî malpera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hesen Mihemed Elî bi hejmareke parlamenterên Brîtanyayê re mijarên wekî çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re nîqaş kirin.

Hate destnîşankirin ku di hevdîtinê de girîngiya pêşxistina hewldanên dîplomatîk ên bi armanca çareseriya aloziya Sûriyeyê, garantiya yekitiya xak û serdestiyê hate destnîşankirin.

Li gorî malperê, Hesen di civîneke din a li gel endamê Meclisa Lordan Francis O'Grady de rewşa Sûriyeyê bi firehî nirxand.

Mihemed Elî girîngiya piştgiriya bi diyaloga nîştimanî ya berfireh û girîngiya aktîfkirina rola civata navneteweyî ji bo çareseriyeke siyasî destnîşan kir.

Hesen Mihemed Elî bi parlamenter John Man re jî hevdîtin pêk anî. John Man diyar kir ku divê rola Brîtanyayê di destekkirina hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo pêkanîna biryara 2254’an de were xurtkirin. Her wiha destnîşan kir ku avakirina hikumeta nû ya Brîtanyayê dibe derfeteke nû der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de peyda bike.

Mihemed Elî bi parlamenter û wekîlê Wezareta Dewletê ya Kar û Barên Hişê Çêkirî û Hikumeta Dîjîtal Firayal Clark jî re civiya. Her du aliyan li ser îmkanên aktîfkirina rola Brîtanyayê di piştevaniya hewldanên ewlehiya herêmê de gotûbêj kirin. Her wiha qala êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bandora wan li xebatên têkoşîna li dijî terorê kir.

Hesen Mihemed Elî di hevdîtinê de bal kişand ser astengiyên mirovî û ewlehî, hebûna bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di girîgehan de û îşaret pê kir ku divê hêzên rojavayî zexteke xurt li ser dewleta Tirk bikin heya êrişên xwe rawestîne.

Her du aliyan rêyên aktîfkirina rola Brîtanyayê di rêvebirina girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li kampan de, her wiha îmkana ku dosyaya Sûriyeyê bibe rojeva hikumeta Brîtanyayê, destnîşan kirin.

(bb)