Amnesty: Divê qanûna sûcên elektronîkî ya Sûriyeyê were guherandin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikumeta demkî kir ku bicihanîna qanûna sûcên elektronîkî rawestîne û li gorî pîvanên navneteweyî biguherîne.

Amnesty: Divê qanûna sûcên elektronîkî ya Sûriyeyê were guherandin
24 tîrmeh, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku pêkanîna qaûna sûcên elektronîk a ku sala 2022‘an di serdema Beşar Esed de hatiye derxistin, rawestîne.

 Rêxistinê diyar kir ku berdewamiya sepandina vê qanûnê azadiya derbirînê sînordar dike.

Rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku wan di navbera Çile û Hezîrana 2026‘an de 5 dozên rojnamevan û çalakvanan ku ji ber parvekirinên nêrînên xwe bi awayekî aştiyane li ser înternetê hatine binçavkirin, belge kirine. Rêxistinê îşaret pê kir ku ev binçavkirin li gorî madeyên "kêmkirina heybeta dewletê" û "heqaret û sûkdariya elektronîkî" hatine sepandin. Rêxistinê da zanîn ku ku hîna du kes bi dozên dadgehî re rû bi rû ne.

Di dewama raporê de hatiye desntîşankirin ku rêvebera ofîsa rêxistinê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Heba Meraîf got, hikumeta demkî  her çiqasî ‘‘Danezana destûrî‘‘ di sala 2025‘an de ragihandindibe ku azadiya axaftinê diparêze jî, lê bikaranîna qanûna tespker a ku ji rejîma berê girtiye hîna li dijî rexnegirên xwe didomîne.

Hîba Meraîf anî ziman ku divê qanûn bê sererastkirin û tu kes ji ber parvekirina nerînên xwe bi awayekî aştiyane neyê girtin û neyê şopandin.

Li gorî rêxistinê "sînordarkirina girtina demkî jî di nav de, garantiyên ku Wezareta Dadê ragihandine bingeha pirsgirêkê çareser nakin, ji ber ku di nava qanûnê bi xwe de hîn jî made hene ku azadiya axaftinê binpê dikin."

Rêxistinê xwest hemû tawanbariyê li dijî kesên ku ji ber bikaranîna mafê xwe yê axaftina aştiyane hatine girtin bên rakirin û yasa zûtir li gorî pîvanên navneteweyî were guherandin.

(bb)