Amerîka li Enbarê li baregehek Heşdî Şebî da

Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Heşdî Şebî ragihand ku Amerîkayê baregeha Foca Yekem a Lîwaya 13ˊemîn a El Tufufê, ku li devera (160) ye, bombebaran kir.

Amerîka li Enbarê li baregehek Heşdî Şebî da
22 adar, 2026   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Heşîd Şebî, di encama êrişên Amerîkayê li dijî baregeh wê ya li Enbarê de tenê zirarên madî çêbûn.

Ev pêşdeçûn di demekê de tê ku hejmarek nuqteyên Heşdî Şebî li deverên cuda yên Iraqê tên hedefgirtin, di encamê de zêdetirî 100 endam ji kuştî û birîndaran çêbûn. Hemwextî wê jî Amerîka têkildarî dosyaya Heşdî Şebî û komên çekdar ên girêdayî wê zextê li hikumeta Iraqê dike.

(fr)