Amadekariyên ‘Kongreya Aştiyê ya Siwêdayê’ tên kirin

Beşên cuda yên civaka Siwêdayê amadekariyên lidarxistina ‘Kongreya Aştiyê ya Siwêdayê’ dikin. Di çarçoveya amadekariyan îro de komcivîneke şêwirdariyê hat lidarxistin.

Amadekariyên ‘Kongreya Aştiyê ya Siwêdayê’ tên kirin
Amadekariyên ‘Kongreya Aştiyê ya Siwêdayê’ tên kirin
Amadekariyên ‘Kongreya Aştiyê ya Siwêdayê’ tên kirin
Amadekariyên ‘Kongreya Aştiyê ya Siwêdayê’ tên kirin
13 cotmeh, 2025   14:43
SIWÊDA

Îro li Siwêdayê komcivîneke şêwirdariyê ya berfireh hat lidarxistin. Komcivîn di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreyeke giştî bi navê "Kongeyra Aştiyê ya Siwêdayê" de hat lidarxistin.

Siyasetmedar, çalakvan, rewşenbîr, çalakvanên mafên mirovan, rûspî û şêxên Siwêdayê, nûnerên serokatiya rûhanî yên Durziyan, nûnerên rêxistinên ciwanan û jinan û saziyên civaka sivîl beşdar bûn. Komcivîn bi dirûşma "Em bi hev re ji bo ewlehiya Siwêdayê dest bi dest dixebitin" hate lidarxistin.

Endamê komîteya amadekar Şakir Ebû Hesûn ji ajansa me re got armanca civînên şêwirmendiyê û kongreya giştî ew e ku piştî bûyerên ku di mehên dawîn de li bajêr qewimîne, daxwazên şêniyên herêmê pêk bînin. Ebû Hesûn diyar kir ku ev gav di heman demê de nîşan dide ku beşên cuda yên civaka Siwêdayê mafên çarenûsî dixwazin.

El Hesûn diyar kir ku roja lidarxistina kongreya giştî li gorî encamên komcivînên şêwirdariyê ku dê di rojên pêş de li Siwêdayê û gundewarên wê werin lidarxistin, bê diyarkirin.

(k)