Ala Sûriyeyê li ser avahiya Partiya Sûriya Pêşerojê hat hildan

Beriya çend kêliyan ala Sûriyeyê (serxwebûnê) li ser avahiya Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Reqayê hat hildan.

Ala Sûriyeyê li ser avahiya Partiya Sûriya Pêşerojê hat hildan
12 kanûn, 2024   16:28
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk bi daxuyaniyekê diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya parçeyekê ji erdnîgariya Sûriyeyê dike. Ji ber ku şêniyên vê herêmê ji pêkhateyên Sûriyeyê yên resen in. Ji lew re Meclisa Gelan a Demokratîk biryar da ku ala Sûriyeyê li ser tevahî meclis, sazî û rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser ên li tevahî kantonên Herêmê hildin.

Ji bo pêkanîna biryarên Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya çend kêliyan Partiya Sûriya Pêşerojê ala Sûriyeyê li ser avahiya Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê hilda.

(fr)