5 şehîd hatin oxirkirin

5 şehîdên azadiyê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar ji aliyê sedan kesî ve hatin oxirkirin.

5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
5 şehîd hatin oxirkirin
14 ÇILE, 2025   15:32
HESEKÊ

Şervanên YPJˈê Tolvîn Şahîn (Fatima Mehmûd Sado), Bêrîtan Amanos (Sefaa Mihemed Silêman) û Berfîn Hesekê (Emanî Mihemed) ên 9ˈê Çileyê li Bira Qereqozaqê di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, şervanê QSDˈê Amed Hesekê (Silêman Îzedîn) ê ji Serêkaniyê yê 13ˈê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Çiyayê Kezwanan şehîd bûbû û welatiyê bi navê Ehmed Elî Hesen ê ji Serêkaniyê ku 10ˈê Çileyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundewarê Dêrik de şehîd bûbû, hatin oxirkirin.

Merasîma oxirkirinê li Pakreangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên Hesekê û bajarê Serêkaniyê, endamên saziyên sivîl, ewlehî û Meclisa Leşkerî ya Hesekê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beşar Koş got: "Şedîd sembola têkoşîn û girêdana bi welat ve ne. Van lehengan di rêya parastina herêmê û gelê xwe canê xwe feda kirine. Em jî soz didin ku em ê li ser xeta wan bimeşin ta armancên wan bigihînin serî."

Ji fermandarên YPJˈê Rûken Hesekê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bi ked û fedakariyên şervanên me îro em destkeftiyên gelê xwe diparêzin. Em soza xwe ya tolhildanê û meşa ber bi serkeftinê ve nû dikin."

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re li pakrewangehê hatin definkirn.

(bb)

ANHA