5 gumanbar hatin destgîrkirin

Li Kobanê 5 kesên bi sûcên bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir û qaçaxçîtiya mirovan tên tawanbarkirin, hatin destgîrkirin.

5 gumanbar hatin destgîrkirin
11 tebax, 2025   15:48
KOBANÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî destgîrkirina 5 kesên gumanbar daxuyanî dan. 

Li gorî daxuyaniya yekemîn li kantona Firatê 2 kesên madeyên hişbir bi kar dîanîn û dizî dikir, hatine destgîrkirin. Hate diyarkirin ku piştî giliyeke têkildarî dizîna motorsîkletekê, di encama opresyonekê de her du kes hatine destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku her du kes li xwe mikur hatine ku gelek caran dizî kirine û madeyên hişbir bi kar tînin.

He wiha li gorî daxuyaniya din Yekîneya li dijî Sûcan li Kobanê 3 kes piştî gilîyên li dijî wan bi tohmetên têkildarî qaçaxçîtiya mirovan, destgîr kirine.

Di lêpîrsîna li gel her sê kesên destgîrkirî de derket holê ku ji bilî qaçaxçîtiyê bazirganiya madeyên hişbîr jî kiriye.

(ew)