4 firoşkarên narkotîkê li Tebqayê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Tebqayê 4 firoşkarên narkotîkê girtin û hişbirê li gel wan desteserkir.

4 firoşkarên narkotîkê li Tebqayê hatin girtin
4 firoşkarên narkotîkê li Tebqayê hatin girtin
4 firoşkarên narkotîkê li Tebqayê hatin girtin
4 firoşkarên narkotîkê li Tebqayê hatin girtin
9 tîrmeh, 2025   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeya Hişbirê di 5`ê Tîrmehê li bajarên Tebqa û Dibsî Efnan ên kantona Tebqayê de operasyonên serdegirtinê li dar xistin, di encamê de 4 firoşkarên narkoîtkê girtin.

Li gorî daxuyaniyê, endamên hêzên têkoşînê ev demeke tevgera her 4 firoşkaran dişopîne û delîlên li ser firotina narkotîkê li dijî wan bi dest xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî jî hatin parvekirin: “3 hezar û 44 hebên keptagonê, 156.35 gram heşîş hatine desteserkirin. Her 4 firoşkar ji bo ku der heqê wan de tedîbrên qanûnî bên temamkirin, ji dadgeriyê re hatin veguhastin.”

(şx/fr)