30 navend ji xizmetê derketin

Di encama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de stasyonên petrol, xaz û elektrîkê jî di nav de 30 navend ji xizmetê derketin.

30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
30 navend ji xizmetê derketin
27 cotmeh, 2024   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23ˈyê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrişên ku balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek tên bi kar tîne de, stasyonên petrol, elektrîk, xaz, embarên genim, navendên tenduristiyê û kargehan dike armanc. Ji ber van êrişan 30 navend ji xizmetê derketin.

Navendên ku ji xizmetê derketin ev in:

DÊRIK:

Stasyona Siwêdiyê ya elektrîkê

Stasyona xazê ya Siwêdiyê

Stasyona Girzîro ya petrolê

Kargeha Zozan a Mast û Penêr

Kargeha kîsên naylon a li gundê Mêrga Mîra

Garaca li bajarê Dêrikê

BAJAROKÊ RIMÊLAN

Navenda sererastkirina erebeyan

Navendeke avahîsaziyê

Stasyona komkirina petrolê

Navenda dagirtina oksecînê

TIRBESPIYÊ

Stasyonê petrolê ya Seîda

Stasyona Babasî ya petrolê ya li gundê Kêl Hesnak

Zeviya Oda ya petrol û xazê

Parzûngeha petrolê ya li gundê Beyazê

Parzûngeha petrolê ya li gundê Girê BePirê

Stasyonê elektrîkê

QAMIŞLO

Navenda Tenduristiyê ya li taxa Xelîc

Navenda Tenduristiyê ya li taxa Meyselûn

Navendeke avahîsaziyê li ser rêya Hizam

Kargeha dirûnkariyê

Embara genim

Şirketa Pêşxistina Çandiniyê

Navenda avahîsaziyê ya li gundê Heremê Şêxo

AMÛDÊ

Stasyona elektrîkê

Firine

TIL TEMIR

Kargeha Çemento ya Îstîqamê

Banka Çandiniyê

EYN ÎSA

Embara genim

KOBANÊ

Stasyona elektrîkê

Firine

Embara genim a li gundê Rovî

(bb/k)

ANHA