Ji Ezaz heya Şêrawayê çalakiyên HRE: 5 çete hatin kuştin

Di çalakiyên tolhildan û bersivdayînê yên HREˈyê de 5 çete hatin kuştin, 11 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 3 çete jî birîndar bûn.

Ji Ezaz heya Şêrawayê çalakiyên HRE: 5 çete hatin kuştin
27 cotmeh, 2024   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Li hemberê êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê ku di van demên dawiyê de li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe didin pêş çalakiyên me yên tolhildan û bersivdayînê didomin.

Di vê çarçoveyê de;

1-    Di roja 19’ê Cotmehê de yekîneya me ya  Tîma  Şehîd Avêsta  li Ezazê çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de 1 çeteyê dagirker hate kuştin.

2-    Di roja 25’ê Cotmehê de li xeta Mare di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê dagirker hate kuştin.

3-    Di roja 26’ê Cotmehê de dema  hewldana êrişên çeteyên dagirker li xeta Şêrawa xwe dide pêş. Li wir hêzên me dagirkerên heyî dişopînîn bi awayekî bi bandor bersiva pêwîst didin wan. Di encamê de kuştî û birîndarê wan çêdibe û cenazeyên wan di  eraziyê de dimînin. Careke din jî dema dixwazin werin cenazeyên xwe rabikin dîsa li wan tê xistin. Di encama de yek ji wan serçeteyê bi navê Ehmed Raid Meldeun 3 çeteyên dagirker tên kuştin  û 3 çete jî birîndar dibin. Di heman rojê de dîsa bi çalakiyên taybet baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li xeta Bab, Mare û Şêrawa hatin hedefgirtin. 11 leşkerên  dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.

Di encama van çalakiyên hêzên me de; 5 çeteyên dagirker hatin kuştin, 11 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 3 çeteyên dagirker jî birîndar bûn."

(bb)

ANHA