3 malbatên sûriyeyî ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn

3 malbatên sûriyeyî yên ji Lubnanê vegeriyane, derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û li ser daxwaza wan ji ber ku gundên wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, di kampeke kantona Firatê de bi cih bûn.

3 malbatên sûriyeyî ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn
28 îlon, 2024   15:24
EYN ÎSA

3 malbatên sûriyeyî yên ji Lubnanê reviyane, gihaştin kampa koçberên Girê Spî ya li Eyn Îsayê. Rêveberiya Kampê diyar kir ku her sê malbat li gel xizmên xwe yên di nava kampê de dimînin bi demkî hatine bicihkirin ta ku biryarek der barê wan de tê derxistin.

Koçberê bi navê Xelîl El Xelef got: "Me li herêma Bîqa ya Lubnanê kar dikir. Ji ber topbaranê em koçber bûn. Li wir tu ciheke ewle ji bo jiyanê nemaye."

El Xelef wiha domand: "Em ji gundê Şir Kirak in ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Ji ber wê em nikarin biçin gund û di nava kampê de li gel xizmên xwe dimînin."

Hevseroka Rêveberiya Kampê Ezîze El Hesen jî got: "Me bi awayekî demkî ew li kampê bi cih kirin, ji ber ku warên wan dagirkirî ne û tu cihekî din lê bi cih bibin tune ye. Dê li vir bin ta ku Rêveberiya Xweser biryarekê der barê wan de dide."

Ezîze diyar kir ku li gorî axaftinên malbatên îro gihaştine herêmê, texmîn dikin ku zêdetirî 150 malbat derbasî herêmê bibin.

Kampa koçberên Girê Spî 22`yê Mijdara 2019`an li nêzî gundê Til El Simin ê bajarê Eyn Îsayê hate avakirin. 6 hezar û 500 koçberên Girê Spî lê dimînin.

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê Ebdulselam Ehmed gotibû ku ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji penaberên sûriyeyî yên ji Rojavayê Kurdistanê, Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê re, komîteyek hatiye avakirin. Her wiha ji bo meşandina kar û barên penaberên ku vedigerin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîte hatine avakirin.

(şx)

ANHA