2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê bi dawî bû

2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê bi xwendina kurteçîrok, xwendina helbestvan û lidarxistina panelekê li ser folklora Kurdî bi dawî bû.

14 mijdar, 2023   18:41
KOBANÊ

Piştî 3 rojan ji pêşkêşkirina çalakiyên hunerî, lidarxistina panelên diyalogê yên çandî, pêşkêşkirina gelek weşanxaneyan ji pirûtkên xwe re û îmzekirina pirtûkan ji hêla nivîskaran ve 2. Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê bi dawî bû.

Çalakiyên îro bi lidarxistina panelekê li ser folklora Kurd bi rêvebirina Aras Hiso û bi beşdariya hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim, nivîskar Merwan Berekat, nivîskar û lêkoler Salih Heydo dest pê kirin.

Panel li ser girîngiya parastina folklor, zindîkirina wê û veguhastina ber bi nifşên nû ve û parastina wê ji xeteriya şerê çandî yên li dijî Kurdistanê pêk tên û çawaniya sekna li hember wî hate nîqaşkirin.

Dûre helbestvan Şadî Îsmaîl bi zimanê Erebî helbest xwendin û Salih Hebeş jî bi zimanê Erebî kurteçîrok xwendin.

Çalakî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû; Salih Heydo, nivîskar û bijîşk Xelîl Ebdî ku yek ji kesayetên navdar ê Kobanê ye hatin xelatkirin, her wiha li kesên di pêşbirka festîvalê de bi ser ketine xelat hatin belavkirin. Miçû Weys xelata kurteçîrok bi zimanê Kurdî wergirt û Necala Bozan jî xelat bi zimanê Erebî ya kurteçîrokê wergirt. Her wiha helbestvan Mehmûd Misto jî xelata helbestê ya bi zimanê Kurdî wergirt, lê xelata helbestê ya bi zimanê Erebî, li gorî rêveberiya festîvalê tu helbestên guncaw nehatin pêşkêşkirin.

2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê di 12′yê Mijdarê de bi durşma ′Ji bo peyva ku hîn nehatiye gotin em li vir in′ li navenda Baqî Xido ya Kobanê hate lidarxistin. Festîval bi navê helbestvanê Kurd ê nemir Feqîr Ehmed bû.

Bi sponseriya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û ji hêla Weşanxaneya Ava ve festîvala îsal hate lidarxistin.

Di vedora duyemîn a festîvalê de ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê gelek caran hate derengxistin, 8 weşanxane û nivîsgehên weşanxaneyên beşdar in; Weşanxaneya Neqiş, Ava, Ramîna, nivîsgeha Bendarok, Şilêr, Zeman, nivîsgeha Manîsa û nivîsgeha Rona.

Rêveberiya festîvalê her sal helbestvanek kurd hildibêjre ku festîvala bi navê wî/wê be. Îsal jî bi navê helbestvan Feqîr Ehmed bû ku di 1942′yan de li gundê Mezênter ê Pirsosê ya Bakurê Kurdistanê hate dinê. Di 1990′î de yekemîn dîwana wî ya helbestê derket. Di 1994 û 1998′an de 2 dîwanên din Reş-2 û Reş-3 hatin weşandin. Her wiha gelek çîrokên wî heneb; Împratoriya Med, Azepê Kose, Siloyê Zindê, Berkelê Egîd, Rûvî û Şêr û Derwêşê Evdî.

(fr)

ANHA