20 hezar û 206 welatiyên ji Lubnanê vedigerin gihaştine herêmê
Di nav de 87 Lubnanî, 20 hezar û 206 kes ji Lubnanê gihaştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Maseya Krîzê ya taybet bi kar û barên welatiyên ji Lubnanê vedigerin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye, aşkera kir ku beşên nû di nav de Sûriyeyî û Lubnanî gihaştine herêmê.
Maseyê diyar kir ku hejmara giştî ya welatiyên ji Lubnanê vedigerin ku gihaştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de 87 Lubnanî, 28 cenaze, 20 hezar û 206 kes e.
Welatiyên vedigerin an diçin malên xwe yan jî malên xizmên xwe yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên ku tu cih tune ne berê xwe bidinê, Rêveberiya Xweser navend ji wan re amade kirine.
(fr)