Li ser rêya Reqa-Cizîrê 3 qeza
Ji ber rewşa hewayê li ser rêya sereke ya di navbera kantonên Reqa û Cizîrê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 qeza, di encamê de tenê zirarên madî çêbûn.
Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyên li ser qezayên îro li Herêmê ji ber rewşa baranê parve kirin.
Têkildarî qezayan, gerînendetiyê diyar kir ku li Rêya Spî ya di navbera herêma Mukemen û Sebah El Xêr de 3 kamyonên kel û pelan cuda cuda qeza kirin.
Gerînedetiyê anî ziman ku di qezayan de tu windahiyên mirovî nebûn, tenê zirar bi kel û pelên di kamyonan de bûn.
Gerînendetiyê bang li tevahî ajokarên kamyonan kir ku di ajotinê de ji ber rewşa hewayê hişyar bin, bi lez neçin.
(fr)