2 xwendekarên jin ên ji gundekî berava Sûriyeyê winda ne

Peywendiya malbatên 2 jinên ciwan ên ji gundekî girêdayî Ceblê ya berava Sûriyeyê ji wan qut bûye, heta niha ti agahî der barê wan de nehatiye naskirin.

2 xwendekarên jin ên ji gundekî berava Sûriyeyê winda ne
21 tîrmeh, 2026   13:47
HESEKÊ

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku îro danê sibehê, 2 jinên ciwan ên ji gundê Bistan El Başa yê gundewarên bajarê Ceblê ya berava Sûriyeyê, dema çûne ezmûna xwe ya li Zanîngeha Laziqiyê pêk bînin, peywendî bi wan re qut bûye.

Çavkaniyan diyar kir ku dema malbatên wan li wan pirsiye, ji wan re hatiye destnîşankirin ketina zanîngeha ya her du zarokên hatiye qedexekirin.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku nameyên bi nivîsa “Rêya rast hilbijartin” ji bo malbatên wan hatine şandin.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin her du jinên ciwan xwendekara Fakulteya Hemşîretiyê Şehed Yail Cedîd û xwendekara Fakulteya Perwerdeyê Nexem Emîn Cedîd zarokên apên hev in.

Têkildarî windabûna her du jinan tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn, xelkê gund jî daxwaza naskirina çarenûsa wan dike.

(sb)

ANHA