2 kesên madeyên hişbirê bi kar dianîn hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan 2 bikarhênerên hişbirê û pereyên sexte belav dikirin li rojhilatê kantona Dêrazorê girtin.

2 kesên madeyên hişbirê bi kar dianîn hatin girtin
25 mijdar, 2024   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî der barê girtina 2 bikarhênerên hişbirê û pereyên sexte belav dikirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcê 2 kesên pereyên sexte belav dikirin û hişbir dibirin li herêmeke li rojhilatê Dêrazorê girtin. Ew yek piştî lêpirsîn û şopandinan pêk hat.

Hêzan aşkera kir ku li gorî giliyên ji nivîsgehên giliyan ên navnedên ewlehiyê re hatine, hêzan da şopa wan û ew girtin. Hêzên ewlehiyê li gel wan 200 dolarên sexte û dînarên Kuwêtê yên sexte û alavên bikaranîna hişbirê dîtin û desteser kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di lêpirsînên destpêkê de her 2 girtiyan li xwe mikur hat ku wan pereyên sexte belav dikirin û bi kar dianîn, hişbir difirotin û bi kar dianîn, şantajî bi kar dianîn û gefên kuştinê dixwarin.

Hêzan anî ziman ku wan lêpirsînên destpêkê temam kirin û ew tawanbar rakirin dozgeriyê ku li gorî qanûnê werin cezakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hêzan bang li welatiyan kir ku bi saziyên ewlehiyê re hevkar bikin û çi tiştê bi gûman hat dîtin, saziyên herî nêz agahdar bikin.

(mh/fr)