Pêşverû û YEKITÎ banga li Tirkiyeyê kir: Ji bo pêvajoya aştiyê bikeve hewldanên hevgirtî

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) bang li tevahî aliyên têkildar ên li hundirê Tirkiyeyê û cîranên wê kir ku bi ber bi hewldanên hevgirtî bi pêş ve biçin ku dawî li xwînrijandinê bê, bi hev re ji bo geşkirina atmosfêreke aştiyane û parastina jiyana hevbeş bixebitin. Her du parastiyan Kongreya PKK’ê bi gaveke dîrokî wesif kir.

Pêşverû û YEKITÎ banga li Tirkiyeyê kir: Ji bo pêvajoya aştiyê bikeve hewldanên hevgirtî
13 gulan, 2025   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) têkildarî kongreya 12’emîn a PKK’ê daxuyaniyek hevbeş da û got piştî nêzî 27 sal ji ragirtina Rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrdîê li ser wî di girtîgeha Îmraliyê de hîna kampanyayên piştgiriyê yên ji bo berdena wî dewam dikin. Di van kampanyayan de bi milyonan Kurd, gelek çalakgerên mafên mirovan, akademisyenên xelatên cîhanî wergirtine, parlamentoyan, ligel hewl û biryarên DMME’yê û tîma Parastinê ya Lîderê Afrîkayê nemir Nelson Mandela beşdar bûne. 

Her du partiyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelek caran bangên aştiyê kirin, herî dawî jî di 27’ê Sibatê de, ku bi awayekî zelak banga dûrketina ji tundî û çekê kir û ji bo çareserkirina doz û nakokiyan banga bikaranîna zimanê diyalog û aştiyê kir. partiyan diyar kir ku li gorî wê PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û danezana kongreyê aşkera kir. Ev danezan li gel piranî partî û aliyên siyasî yên aktîv li hundir û derveyî Tirkiyeyê bi rêz hat pêşwazîkirin.

Partiyên Pêşverû û YEKITÎ ev gava dîrokî ku PKK’ê avêtiye pêşwaz kir û got, "Gava PKK’ê dikeve xizmetî redkirina tundûtûjî û şer bi tevahî û dîtina çareseriyeke adilane ji bo pirsgirêka Kurd e. Em bang li tevahî aliyên li hundirê Tirkiyeyê û cîranê wê dikin bi hewldanên hevgirtî bi pêş ve biçin û dawî li xwînrijandinê bînin û bi hev re ji bo atmosfêreke aştiyane û parastina jiyana hevbeş, dûrî çewisandin û nijadperestiyê bixebitin, ku jiyana birûmet û siberojeke ewle û geş ji bo tevan misoger bibe."

(fr)