Saziyên nehilbijartî li Başûrê Kurdistanê û parçekirina li Tunisê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibêe derketine, behsa rewşa Başûrê Kurdistanê, şerên dawîn li Qerebaxê û rewşa Tunisê kir.

Saziyên nehilbijartî li Başûrê Kurdistanê û parçekirina li Tunisê rojeva rojnameyên erebî ye
26 îlon 2023   08:08

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi serenavê “Başûrê Kurdistanê bê saziyên hilbijartî” weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku sedema derengxistina hilbijartinên pêwîst li Başûrê Kurdistanê, nakokiyên siyasî, valahiya qanûnî û destûrî ye. Lê çavdêrên kar û barên hundirîn a herêmê, teqezî bi nebûna vîneke siyasî ya cidî ji bo lidarxistina hilbijartinan di demên wê de, kirin.

Her wiha ev çavdêr girîngiya parlamentoya Başûr û meclisên parêzgehan jî kêm dikin ku nikarin siyasetan xêz bikin, biyaran bistînin û wê pêk bînin. Ji ber ku Başûr ji aliyê komeke diyar a partiyên hegemonîk ve tê birêvebirin. Di radeya yekemîn de PDK`ê bi serkêşiya Al Barzanî û YNK`ê ya girêdayî mîratgirên Celal Talebanî.

QEREBAX ROLEK DI GUHERTINA TÊGEHAN DE DILÎZE

Der barê rewşa li Qerebaxê de rojnameya Şerq El Ewsat got dikarin bêjin çareserkirina rewşa li Qerebaxê encameke rasterast a şerê li Ukraynayê ye. Her wiha rojnameyê diyar kir ku operasyona leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê derfeta guhertina sînoran bi rêya hêzê, nû kir û pergala navneteweyî felc kir. Li aiyekî din, helwesta azerî li hember nakokiyê, têgeha mafê diyarkirina çarenûsê bi destê gel e, darbe kir.  Bi rêya vê rêgezê Rûsya gelek beş ji Ukraynayê qut kir û tev li axa xwe kir. Serdestiya dewletan a qanûnên navneteweyî bin pê kir. Kesek behsa mafê diyarkirina çarenûsê ya gelê Ermen nake. Ev tê wateyê encamên şerê Qerebaxê, derfetên Rûsyayê di diyarkirina çarenûsa gelan de, kêm kirin. Lê xisarên Moskovê ne tenê ev in.

PARÇEKIRINA NÛ YA TUNISÊ

Rojnameya El Qudis girêdayî rewşa Tunisê nûçeyek parve kir û diyar kir ku ragihandina parçekirina nû ya Tunisê ji aliyê serokê wê Qeys Seîd ve, parçebûnek berfireh li welêt çêkir. Hinekan, pesna wê yekê da ku roleke erênî di xebatên geşepêdanê de dilîze û hinek din jî gotin ev biryar nakokiyên xwecih û êlî sor dike.

Seîd vê dawiyê biryarek stand û bang li hilbijêran kir ku tev li hilbijartina meclisên xwe bibin ku çaverê ye 24`ê Kanûna bê were lidarxistin. Di biryarê de, Tunis dabeşî 5 herêman hatiye kirin; wîleyeta Benzert (bakur) û Bahe û Cendewbe û Kaf (bakur rojava), herêma duyem jî paytext û wîleyetên nêzî wê anku Tunisa Mezin, wîleyetên Zegwan û Nabil. Herêma sêyem: wîleyetên naverasta welêt, berav, Qîrewan û Sûse. Herêma çarem; Sefaqis, Tozr, Sîdî Bozîd, Qefsa. Herêma pêncem jî: Tetawîn, Qabis, Qeblî, Mednîn û başûrê welêt.

(şx)