Di teqîna Qerebaxê de 20 kes mirin û 270 kes birîndar bûn

Li herêma Xankendî-Eskeranê ya Qerebaxê li cihê depokirina benzînê teqînek rû da. Tê gotin gelek kes mirine û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne.

Di teqîna Qerebaxê de 20 kes mirin û 270 kes birîndar bûn
26 îlon, 2023   08:16

Li gorî medyaya Ermenistanê, duh derengiya şevê, li herêma Xankendî-Eskeran ya Qerebaxê, li cihê depoyek benzînê teqînek mezin çêbûye.

Li gorî çavkaniyan jî di teqînê de 20 kes mirine û 270 kes jî birîndar bûne û piştî teqînê agir bi derdorê ketiye.