QSD′ê hewldana ketina komên çekdar li rojhilatê Dêrazorê têk bir

QSD′ê hewldane êrişeke nû ya komên çekdar ku hewl didan ji aliyê rojavayê çemê Firatê ve bikevin rojhilatê Dêrazorê, têk bir û got: "Herêm bi temamî di bin kontrola hêzên me de ye."

QSD′ê hewldana ketina komên çekdar li rojhilatê Dêrazorê têk bir
26 îlon 2023   08:00

Li gorî nûçegihanên me ji herêmê ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên leşkerî yên meydanî, hêzên wan di saetên derengiya şeva berê de hewldana ketina komên çekdar ji aliyê rojavayê çemê Firatê ber bi herêmên rojhilatê Dêrazorê ve têk birin û di encamê de bi dehan kuştî  û birîndarên wan koman çêbûn.

Li gorî Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), "çekdarên girêdayî saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê tevî parastina wan bi topbaranên ketober, ji bajarê Meyadînê yê li rojavayê çemê Firatê ketina herêmên li navçeya Zîban a rojhilatê Dêrazorê."

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê got: "Hêzên wan 2 komên çekdar ên girêdayî saziyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê li bajarokê Zîbanê dorpêç kirine."

Li ser pêşdeçûnên dawîn ên meydanî, berpirsê Navenda Ragihandina QSD′ê ji ajansa me re axivî û got herêmên li rojhilatê Dêrazorê di bin kontrola hêzên wan de ne.

Beriya çend kêliyan Navenda Ragihandina QSD′ê li ser malpera xwe ya fermî got hêzên wan tevahî komên çekdar ji bajarokê Zîbanê derxistine.

(fr)