"Êrişa li dijî navenda KNK'ê hedefgirtina yekitiya Kurdî ye"

Ehmed Xoce destnîşan kir ku helwesta PDK'ê ya li hember êrişa li dijî KNK'ê li hundirê bajarê Hewlêrê hevkariya wê nîşan dide û diyar kir ku ev êriş yekitiya Kurdî hedef digire.

"Êrişa li dijî navenda KNK'ê hedefgirtina yekitiya Kurdî ye"
21 îlon, 2023   00:37

Li hember êrişa hovane ya li dijî nivîsgeha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Hewlêrê di 18'ê vê Îlonê de ku di encamê de gerînendeyê nivîsgehê û endamê KNK'ê Deniz Cewdet şehîd bûye,  helwestên şermezarkirinê derdikevin pêş,

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce ji ajansa me re destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirinê dide meşandin û got: "Li hember gelê Kurd şerekî qirkirina çandî û bedenî yê herî xurt tê meşandin."

Xoce wiha lê zêde kir: "Hedefgirtina navenda KNK'ê ku wek komkara partî û hêzên Kurdî tê naskirin encama hişmendiya dijminatiya yekitiya Kurdî ye. Em bawer in  ku ev êriş bi ferman û emrên îstixbarara Tirkî hatiye pêkanîn. Ew jî êrişeke hevbeş a MIT'a Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li dijî yekitiya Kurdî ye."

Xoce wiha domand: "Êriş li hundirê bajarê Hewlêrê û li ber çavê hemû hêz û partiyên siyasî û gelê wê derê nexasim hêzên asayîş û kamîreyên çavdêriyê çê bûye. Em bi guman in gelo hikumeta li wir çi dike. Her wiha ev êriş hikumeta PDK'ê jî dixe nav rêzê xayînan ji ber ku êrişên wiha doza Kurdî hedef digirin."

Der barê beşdarnebûna PDK'ê de di konferansa Lozanê de ku berî 2 mehan ji aliyê KNK'ê ve ji bo nîqaşkirina doza Kurdî hatibû organîzekirin got: "Ev kiryarê PDK'ê helwesta wê ya li hember doza Kurdî nîşan dide."

Xoce got: "PDK'ê bi hemû rêbazan şerê îradeya Kurdî dike û ew di van êrişên li dijî gelê Kurd de hevkar e."Xoce bang li gelê Kurd ê başûrê Kurdistanê û PDK'ê kir ku bizanin armanca dewketa Tirk a dagirker tenê qirkirin e, ew hebûn û mayîna xwe di rijandina xwîna gelan de dibîne û got: "Dewleta Tirk a dagirker di çend rojan de navenda KNK'ê, balafirxaneya Erbet a Silêmaniyê hedef girtin ku di encamê de şervanên Kurd şehîd bûn. Her wiha wê êrişî herêma Minbicê jî kir û di encamê de 3 şervanên jin şehîd bûn û di encama êrişa wê ya li dijî Şengalê de jî 3 şervan şehîd bûn."

Xoce di dawiya axaftina xwe de got: "Îro dijmin dixwaze fîtne û birakujiya Kurdî peyda bike û ev jî ne li gor berjewendiya gelê me ye, divê em yekitiya neteweyî pêk bînin ji ber ku yekitî kilîta serkeftina doza Kurdî ye."

(mh)

ANHA