PYD’ê: Yekane rêya têkbirina komployan yekitiya netewî ye

Hevserokatiya PYD’ê ji bo malbatên şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî balafirgeha Erbetê, peyama sersaxiyê da serokê YNK’ê û Fermandariya Hêzên Dijî Terora Kurdistanê.

PYD’ê: Yekane rêya têkbirina komployan yekitiya netewî ye
20 îlon, 2023   18:32

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD bi boneya şehîdbûna 3 pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê yên di êrişa li ser balafirgeha çandiniyê ya Erbetê de şehîd bûbûn, peyama sersaxiyê da serokê YNK’ê û Fermandariya Hêzên Dijî Terora Kurdistanê.

Di peyama sersaxiyê de hate gotin ew ji ber şehîdbûna pêşmergeyên di çeperên pêş yên şer de ji bo azadî, rûmet û destkeftiyên netewa Kurd û Kurdistanê cih digirin, di encama êrişên bêpîvan, dermirovî û bê exlaqî yên dewleta Tirk ya faşîst de şehîd û birîndar dibin hevxemiya xwe nîşan da.

Hevserokatiya PYD’ê di peyama xwe de wiha got; “Şehîd û birîndarên hêzên Dijî Terora Kurdistanê mil bi milê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rûmeta gelê Kurd li Başûr û Rojava Kurdistanê li dijî terorê şer kirine, xwîna wan têkelî hev bûye. Çi li Rojava be, çi li Kerkûk û Şengalê be ev hêz weke mertalên hawarçûyîna gelê Kurd wê bimînin.”

Hevserokatiya PYD’ê wiha domand; “Di vê dem û pêvajoya hesas de, dijminên gelê Kurd hemû bûne yek û êriş dikin. Divê gelê Kurd û hemû aliyên siyasî û hêzên din yên Kurd li dijî dijmin, sîxur û dagirkeran bibin yek û li dijî wan heta azadiyê têbikoşîn.”

Di dawiya peyama sersaxiyê ya Hevserokatiya PYD’ê de hate destnîşankirin ku yekgirtin û yekitiya gelê Kurd yekane rêya têkoşîna li dijî hemû komplo, konseptên li dijî gelê Kurd tên kirin. Her wiha hevserokatiya PYD’ê da zanîn ku ew ji bo hemû pêngav û hewildanên yekitiya netewî ya gelê Kurd amade ne û diyar kir ku ew amade ne bibin alîkar.