Hêzên Îranê gef li bavê Jîna Emînî xwar ku keça xwe bi bîr neyne

Hêzên dewleta Îranê gef li bavê Jîna Emînî xwar ku keça xwe bi bîr neyne û piştre serbest berda.

Hêzên Îranê gef li bavê Jîna Emînî xwar ku keça xwe bi bîr neyne
16 îlon, 2023   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, komeke hiqûqnasan diyar kir ku hêzên dewleta Îranê di dema destgîrkirinê de bavê Jîna Emînî Emced Emînî “hişyar kir” ku di salvegera qetilkirina wê de, keça xwe bi bîr neyne.

Hiqûqnasan got piştî girtin û “hişyariya” salvegera qetilkirina keça xwe bi bîr neyne, hêzên dewleta Îranê bavê Jîna Emînî serbest berdaye.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê jî diyar kir ku hêzên dewleta Îranê Emced Emînî destgîr kir, lê piştî gefên ku salvegera qetilkirina keça xwe bi bîr neyne, vegerand mala wî.

(fr)