Îran gef li malbatên qurbaniyên serhildanê dixwe

Bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a serhildana “Jin, jiyan azadî” desthilata Îranê hemleyên çewisandinê li dijî xwepêşandêran û çalakvanan zêde kirin.

Îran gef li malbatên qurbaniyên serhildanê dixwe
24 tebax, 2023   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî serhildana “Jin, jiyan, azadî” her ku diçe li Îranê zextên li ser çalakvanan bi taybetî jî li ser jinan zêdetir dibin. Tevî zextan jî çalakvan bi rêyên cuda helwesta xwe nîşan didin

Bi nêzîkbûna salvegera destpêkirina serhildana “Jin, jiyan, azadî” re rejîma Îranê zextên xwe yên li ser çalakvanên sivîl, siyasî, bi taybetî jinan û ji pêkhateyan jî Behayiyan zêdetir kiriye. Rejîma Îranê gefan li malbatên kesên ku di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane, dixwe, da ku merasîmên bîranînê li darnexin.

Bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana “Jin, jiyan, azadî” re, hewldanên dewleta Îranê û zextên wê yên ji bo bêdengkirina welatiyan zêdetir bûne.

Hêzên rejîma Îranê ji bo pêşî li çalakiyên bîranîna salvegera serhildanê bigrin, hêzeke mezin li bajarên bakurê welat belav kiriye û dest bi binçavkirina çalakvanên jin kiriye.

Der barê zextên rejîma Îranê de Ofîsa HRW’ê ya li Beyrutê bi daxuyaniyekê zextên rejîma Îranê şermezar kir û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku zextên rejîmê yên li ser jinan û welatiyan bixin bernameya xwe ya kar û helwest nîşandin.

Lêkolînera Karûbarên Îranê ya li HRW’ê Tara Spêhrî Fer der barê girtina 16 çalakvanên jin de ku di 16’ê Tebaxê de li parêzgeha Gîlan hatibûn girtin got: “Armanc ji vê pêla girtinê, bêdengkirina nerazîbûnên girseyî ya li beramber binpêkirinên berdewam ên mafan in. Rayedarên îstixbaratî û dadwerên Îranê li dadgehan li derveyî pîvanên navmeteweyî tev digerin û tometên nerast dixin ser çalakvanan.”

Tara Spêhrî Fer di dewamê de dibêje, ji bilî girtina van çalakvanan, rejîma Îranê li hin deverên din ên Îranê jî bangî çalakvanan kiriye û zextên li ser pêkhateya Behayiyan zêdetir kiriye. Her wiha gef li malbata kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, xwariye ku merasîmên salvegerê ji bo zarokên xwe li darnexin.

Zextên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê jî berdewam dikin. Di nava kêmtir 2 hefteyên borî de nêzî 30 çalakvan hatine girtin.