Li Sûdanê 87 bûyerên tundiya cinsî pêk hatine

Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan diyar kir ku revandina jinan li Sûdanê û bikaranîna wan di aliyê cinsî de, mîna revandina jinên êzidî li Iraqê ji aliyê DAIŞ`ê ve ye.

Li Sûdanê 87 bûyerên tundiya cinsî pêk hatine
3 tebax, 2023   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan û Zarokan a Sûdanê civîneke çapemeniyê li ser malpereke xwe ya fermî li dar xist û eşkere kir ku revandina jinan li Niyale yê başûrê Darfor ê rojavayê Sûdanê zêde bûye.

Yekîneyê di civînê de îfadeyên jinên revandî ku ji girtinê xilas bûne û hin şahidan parve kirin û got gelek jin û jinên ciwan di depo, otêlên li Niyala û Hartûmê de hatine girtin ji bo ku di aliyê cinsî de werin bikaranîn.

Yekîneyê destnîşan kir ku revandina jinan li Sûdanê û bikaranîna wan di aliyê cinsî de dişibe revandina jinên êzidî li Iraqê ji aliyê DAIŞ`ê ve.

Her wiha yekîneyê bang kir ku li ser asta navneteweyî xebat bê kirin ji bo ku ev trajedî bi dawî bibe û rê li pêşiya binpêkirinên hovane yên mafên mirovan ku li dijî jinan û jinên ciwan pêk tên, bigirin.

Yekîneyê 56 bûyerên tundiya cinsî li Hartûmê û 31 bûyer li başûrê Darforê belge kirin.

Tê destnîşankirin ku deste û rêxistinên NY`yê vê dawiyê tundiya li dijî jin û jinên ciwan li Sûdanê, şermezar kir.

(şx)