RJAK'ê bi boneya salvegera fermana 3'yê Tebaxê daxuyanî da

RJAK: Êrişên li ser Şengalê îro bi heman hişmendiyê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve berdewam dikin. Berxwedana gelê me û hemû pêkhateyan, pêkanîna projeya neteweya demokratîk bersiva herî mezine ji bo dijminan e.

RJAK'ê bi boneya salvegera fermana 3'yê Tebaxê daxuyanî da
3 tebax, 2023   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera fermana 3'yê Tebaxê ku çeteyên DAIŞ’ê bi serê civaka Êzidî de anî, daxuyaniyek nivîskî parve kir.

RJAK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de got: “Hêzên cîhanî û hin hêzên neteweperest ên herêmê ku dixwazin hegemonya xwe li Rojhilata Navîn berfireh bikin, bi siyaseta şerê olî û mezhebî dixwazin di navbera gelên herêmê de projeya parçekirina neteweyan pêk bînin. Ji bo vê yekê jî qirkirina gelê Kurd xistine armanca xwe ya yekem. Bi taybetî jî civaka Êzidî ku gelê herî kevnar ê herêmê ye, bi baweriya xwe dijî û kariye nasname û çanda xwe bi parêzin, ji ber wê rûbirûyê komkujiyan dibin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin; “Piştî ku Şengal ji aliyê şervanên YJŞ û YBŞ’ê ve hat rizgarkirin û bûn alîkar da ku bi hezaran jin li malbatên xwe vegerin û sîstema xwerêveberiyê ji aliyê gelê Şengalê ve hat avakirin, rêxistineke xurt bi pêşengiya jinan pêk hat, bû mînaka berxwedana herî diyar a herêmê. Karîne bibin mînaka jina azad ku hemû cîhan pê serbilind be.

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê diyarkirin; “Êrişên li ser Şengalê îro bi heman hişmendiyê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve berdewam dike. Berxwedana gelê me û hemû pêkhateyan û pêkanîna projeya neteweya demokratîk bersiva herî mezine ji bo dijminan. Wek RJAK carek din em şehîdên 3’yê Tebaxê û hemû şehîdên rêya azadiyê bibîrtinin û ji bo azadiya jin, civak û gelê me soza xurtkirina têkoşînê didin."