KCK: Şêrwanî û hevalên wî dîlên siyasî ne

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxuyaniyek têkildarî birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî got; “Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî  di destê desthilateke hizbî ku ji bo sepandina xwe ya malbatî li ser civaka Başûr ferz dike, dîlên siyasî ne."

KCK: Şêrwanî û hevalên wî dîlên siyasî ne
22 tîrmeh, 2023   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyê de dibêje, erk dikeve ser milên desthilata Başûrê Kurdistanê ku bi rêzgirtina maf û azadiyên bingehîn pêşiyê li pêşketina civakê ya di her warî de veke. Û wiha dibêje; “Lê mixabin em dibînîn ku PDK yekdestdariya hemû girêkên desthilatdariyê û sepandina îrade û siyaseta xwe ya li ser civakê, atmosfereke metirsîdar ya ji kaos û aloziyê afirandiye. Her dengê nerazîbûnê li Başûrê Kurdistanê ya li dijî polîtikayên gendelî, dizî û kirêgirtiyan bê bilindkirin, PDK hewl dide wî dengî bibire û bifetisîne.”

Têkildarî ferzkirinên cezayê darvekirinê û îşkenceya fîzîkî û derûnî ya ji aliyê girtîgeha Hewlêrê ve li ser Abdurrahman Er û Mazlûm Dag tê meşandin û herwiha birîna 4 sal cezayê girtîgehê bi ser rojnamevan Şêrwan Şêrwanî de, Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê wiha got; “Cezayê darvekirina Abdurrahman Er û Mazlûm Dag û îşkencekirina fîzîkî û derûnî ya wan, birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî ya bi tometên bê bingeh, revandina Omêd Beroşkî ji aliyê PDK’ê ve û herwiha zextên li ser malbat û hevjîna Ethem Barzanî ji bo paşeroja maf û azadiyên bingehîn yên Başûrê Kurdistanê nîşaneyên metirsîdarin.”

Daxuaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê wiha ye;

 “Di van rojên ku salvegera Peymana Lozanê nêzîk dibe de û dagirkerên Kurdistanê di bin navên cuda de dixwazin Peymana Lozanê bidin domandin, pêwîste gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet hêz û aliyên siyasî yên seranserê Kurdistanê ji bo hîn zêdetir nêzî yekitiya netewî bibin, yekgirtina siyasî û pêşxistina civaka Kurdistanê divê hîn zêdetir têbikoşîn û hewldanên xwe zêdetir bikin. Di vî warî de bi taybet erk dikeve ser milên desthilata Başûrê Kurdistanê ku bi rêzgirtina maf û azadiyên bingehîn pêşiyê li pêşketina civakê ya di her warî de veke. Lê mixabin em dibînîn ku PDK yekdestdariya hemû girêkên desthilatdariyê û sepandina îrade û siyaeta xwe ya li ser civakê, atmosfereke metirsîdar ya ji kaos û aloziyê afirandiye. Her dengê nerazîbûnê li Başûrê Kurdistanê ya li dijî polîtikayên genedelî, dizî û kirêgirtiyan bê bilindkirin, PDK hewl dide wî dengî bibire û bifetisîne. Di vê çarçoveyê de weke nimûneya Şehîd Serdeşt Osman û Şehîd Wedat Husên dibînîn, siyaseta desthilata PDK’ê ya di vî warî de; îşkence û kuştine. Lê civaka Kurd ya Başûrê Kurdistanê ku xwedî xebat, têkoşîn û dayîna bedelên giran yên li dijî rejîma Baas ya faşîste, tawîzê nade zext û zilma li Başûr tê meşandin û wê hemû derfetan ji bo nîşandana helwesta xwe ya azadîxwaz bikar bîne.

Armanca PDK’ê jî ewe ku civakeke kole û di fermana desthilata xwe de ava bike, lewra hemû derfetên desthilatê ji bo tepeserkirin û çewisandina azadîxwaz, rexnegir û muxalîfan bikar tîne. Çend salin PDK’ê bi dehan kesayetên azadîxwaz, çalakvan û rojnamevan li Behdînanê dîl girtine û bi bikaranîna dezgahên weke polîs, asayiş, dadgeriyê hewl dide ku çavên gel bitirsîne, bi vî awayî armanc dike ku gel îradeya xwe ya azad teslîmî wê bike.

Ferzkirina cezayê darvekirinê ji bo Abdurrahman Er û Mazlûm Dag û îşkencekirina fîzîkî û derûnî ya wan, birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî ya bi tometên bê bingeh, revandina Omêd Beroşkî ji aliyê PDK’ê ve û herwiha zextên li ser malbat û hevjîna Ethem Barzanî ji bo paşeroja maf û azadiyên bingehîn yên Başûrê Kurdistanê nîşaneyên metirsîdarin. Bi taybet jî birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî tu bingehekê xwe yê hiqûqî nîne û nîşaneya wê yekê ye ku li Başûrê Kurdistanê maf û azadî ber bi paş ve diçin û di rewşeke metirsîdar de ye.

PDK dadgeriya Herêma Kurdistanê ji bo bê edaletiyê bikar tîne. Biryarên yekalî û takekesî bi ser dadgehan de disepîne û mirovên azadîxwaz bi tometên bê bingeh dîl digire. Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî  di destê desthilateke hizbî ku ji bo sepandina xwe ya malbatî li ser civaka Başûr ferz dike, weke dîlên siyasî ne.

Di vê çarçoveyê de, em bang li hemû rêkxistinên mafên mirovan yên navnetewî û Kurdistanê, hemû alî û partiyên siyasî, hemû beşên civakê, aliyên azadîxwaz û rewşenbîran dikin ku ji bo betakirina vê biryara ne hiqûqî ya li dijî Şêrwanî, ji bo azadiya rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û ya hemû azadîxwazên ku hatine girtin bikevin nava hewildanan, hemû hêz û şiyanên xwe bikar bînîn.”