KNK’ê bang kir: Xwedî li mafên Er û Dag derkevin

KNK’ê der barê Mazlûm Dag û Abdurahman Er de ku 44 roj in li dijî zextên PDK’ê di greva birçîbûnê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê bang kir: Xwedî li mafên Er û Dag derkevin
1 tîrmeh, 2023   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wiha ye:

“Du ciwanên Kurd, Mazlûm Dag û Abdurahman Er, 44 roj in di greva birçîbûnê de ne. Tenduristiya wan gihiştiye asteke metirsîdar. Her du ciwan bi tohmeta kuştina wezîfedarekî sefaretxana Tirkiye li Hewlêr, di heqîqetê de ew kes ajanê dewleta tirk yê MIT’ê bû û serpereştîya karê sixûrî li Başûrê Kurdistanê dikir. Destê wî kesî di kuştina gelek kesên welatparêz de hebûye.

Her du ciwan ji havîna 2019’an û vir de ji aliyê desthilatdariya yên li Hewlêrê hatin desteserkirin û biryara îdamê li wan hatiye birrîn. Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li ser wan di 18’ê Gulanê 2023’an de ketine greva birçîbûnê ya bêdem. Çalakiya Dag û Er di roja 44’an de didome. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirab dibe û dikeve bin metirsîdariyê.

Bangewaziya me destpêkê ji bo hikumeta Hewlêrê û ji bo hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên di mijarê parêstina mafê kesên girtî de bibin xwedî helwest ku mafê girtîyekî di zindanê de çi be pêwîste her du ciwan xwedî heman mafî be! Eger em li heman prensipê xwedî dernekevin û nebin dengê her du ciwanan dê encamên gelek xirab derkeve holê.

Em parastina mafên her du ciwanan ên di zindanê de ne weke erkeke mirov dizanin û pêwîst e ku hemû kesên baweriya wan bi parastina mafê mirovatiyê tê, li mafê her ciwanan xwedî derkevin.”