Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn

Şênî û endamên saziyên sivîl ên Tebqa û Kobanê tev li merasîma bîranîna şehîd Zîlan bûn ku Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firarê û Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar xistiye.

Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Kobanê û Tebqayê hat bibîranîn
26 hezîran 2023   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

30'ê Hezîrana salvegera şehadeta jina şoreşger Zeyneb Kinacî (Zîlan) e ku di çalakiyeke fedayî fedayî de ya li dijî artêşa Tirk a dagirker li Dêrsima Bakurê Kurdistanê di 1996'an de li dar xistiye, şehîd bû.

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan, Koordînasyona Kongar Star merasîmek li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xiso ya Kobanê li dar xist.

Di merasîmê de şênî û endamên saziyên sivîl ên Tebqa û Kobanê hazir bûn.

Di serî de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Nûdem Ehmed got: “Em minetdarên şehîd Zîlan in ku em ji xewê şiyar kirin. Ji ber wê em çiqas behsa wê bikin, nikarin lehengiya wê biwesfînin. Wê bi lehengiya xwe şaristaniya jinan çêkir."

Nûdem soz da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û dev ji şopa wan bernedin.

Piştre nameya şehîd Zîlan a ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan, gel û jinan re nivîsîbû hat xwendin û sînevîzyonek li ser jiyana wê hat pêşandan.

Merasîm bi siloganên "Jin Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Di heman çarçoveyê de, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê merasîma bîranîna şehîd Zîlan bi beşdariya bi dehan endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, komîteyên jinan ên girêdayî wê, Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dar xist.

Di serî de endama Kombûna Jinan a Zenûbya Meryem El Osman bixêrhatina beşdaran kir.

Di merasîmê de nameya şehîd Zîlan a ku wê ji bo fermandariya partiyê re berî şehadeta xwe nivîsîbû ji aliyê rêvebera kombûnê Nûr El Hefnî ve hat xwendin.

 (mh/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mG54l0M58s0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>