Meşên li dijî tecrîdê û êrişan

Şêniyên Dêrikê û Amûdê bi 2 meşên cuda berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir, tecrîd şermezar kir û diyar kir ku divê li hember planên qirkirinê hevgirtina pêkhateyên herêmê xurttir bibe.

Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
Meşên li dijî tecrîdê û êrişan
19 hezîran, 2023   10:40
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û gundên wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina welatiyan, her wiha ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

Endamên sazî, meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, endamên Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî meşê bûn.

Meşê ji Qada Azadî dest pê kir û li sûka navendî veguherî mîtîngê. Li wir, piştî rêzgirtinê endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî. Binefşê tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, her wiha êrişên li diî herêmê şermezar kirin.

Binefş bang li hemû beşên civakê kir ku li hember planên qirkirinê yên li dijî gelên berxwedêr hevgirtina xwe xurttir bikin û got: “Em ê heta pêkanîna serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dev ji berxwedan û têkoşînê bernedin.”

AMÛDÊ

Şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê jî meşek li dar xist. Meşê ji Çerxerêya Jin Azad a li rojhilatê navçeyê dest pê kir û pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb, Suryan û nûnerên meclis û saziyan beşdar bûn.

Meş li pêşiya avahiya Şaredariya Gel veguherî mitîngê. Li wir, hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Nayif axivî. Yusra berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê silav kir û tecrîd şermezar kir.

Yusra Nayif anî ziman ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan, gelên herêmê hişyar bûn û li hember siyasetên qirkirinê yên sîstema kapîtalîst li ber xwe dan û wiha dom kir: “Bi saya fikrên Rêber Ocalan, gel bû xwedî doz û destkeftî. Yek ji wan destkeftiyan jî Rêveberiya Xweser e ku di rêya misogerkirina mafên gelên herêmê de gavên mezin diavêje.”

Yusra di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê xwedî li Rêber Abdullah Ocala derketin, ji bo wê jî divê çalakî bên zêdekirin û têkoşîna li hember tecrîd, qirkirin û îşkenceyê bidome.

(c)

ANHA<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ehYceVJ7nP4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>